Zêdebarîye xalîçeya min
Vê lihêfa ji ser min hilîn
Ne paşeroj ne pêşeroj
Vê geremola vala hilîn
Tenê dengê dayîk besî min e
Sê çar rengê zuha li ber min
Şibak û derî vekirî bihêlin
Dest nedin hezên veşarî

